Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li qada siyasî û emnî ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 09.08.2021 pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li qada siyasî û emnî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasî û hilbijartinan hatin guftûgokirin.

Her di vê civînê de, Balyozê nû yê Brîtanya pêzanînên xwe ji bo hewlên çaksazî û çalaktirkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû û hebûna hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqî bi erênî bi nav kir.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke din a vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî di erk û karên wî de hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Brîtanya xwast.