Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Di wê civînê de, rehendên giştî yên diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de hatin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 10.08.2021 pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino amade bû, Balyozê Amerîka li Iraqê pesnê rola ferhenga pêkvejiyan û tebayîyê di navbera pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê yên cuda de da û destxweşî li sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê kir, ji bo parastina wê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heye.

Di wê civînê de, rehendên giştî yên diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de hatin guftûgokirin û Balyozê Amerîka li Iraqê pabendbûna welatê xwe bi hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê di warên kulturî, akademî û aborî de dubare kir.

Her di wê civînê de, ronahî hate xistin ser proseya siyasî û jiyana welatiyên Iraqê û rikberiyên li pêş hilbijartinên bê yên Iraqê. Herwiha guftûgo derbarê qonaxa piştî hilbijartinên Iraqê û pêwendiyên di navbera aliyên Kurdistanê û aliyên Iraqê hatin kirin.