Pispor: Li Tirkiyê rewşa bajarên ser sînor li ber teqînê ye

Li Tirkiyê piştî êrîşên nîjadperestî yên li ser malbat û karkerên Kurd, dijî penaberan jî êrîşên nîjadperestî rû didin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê piştî êrîşên nîjadperestî yên li ser malbat û karkerên Kurd, dijî penaberan jî êrîşên nîjadperestî rû didin. Li Enqera paytexta Tirkiyê taxa ku penaber lê diman rastî êrîşa nîjadperestî hat û mal û milkên penaberan hatin talankirin. Rêxistinên civakî bang li deshilat û muxalefetê dikin dev ji zimanê dijminana dijî penaber û Kurdan bê berdan. Pisporên ku li ser penaberan lêkolînan dikin, dibêjin li bajarên din rewş aloztir e û li ber teqînê ye.

Li navçeya Altindag a Enqerê şeva 10ê Tebaxê li parqekê di navbera du grûpên ciwanan a Tirk û Sûrî de alozî derket û du welatiyên Tirk ji aliyê koçberekî Sûrî ve hatin birîndarkirin û piştî ku ciwanê tirk yê bi navê Emîrhan yalçin canê xwe ji dest da hejmareke zêde ji welatiyan, li dijî hebûna koçberên Sûrî daketin kolanan û hin komên nijadperestî jî êriş li dikanên koçberên Sûrî kirin. Xanî û kargehên penaberên Sûrî hatin talakirin û wesayîtên wan hatin şewitandin.

Derbarê vê bûyerê de dam û dezgehên civakî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev êrîşên li ser penaberan bi tundî şermezar kirin û bang ji hikûmet û partiyên muxalefeta Tirkiyê hate kirin ku dev ji zimanê dijminane ya dijî penaberan berdin.

Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan Sevil Turgut ji K24ê re diyar kir: “Deshilata ku polîtîkayên derbarê penaberan de kiriye amûrê siyasetê, dibe sedem ku ev kêşe gurtir bibe. Deshilat rêkeftinên navdewletî û mafê mirovan nas nake. Ji ber polîtîkayên şer bi milyonan kes cih û warê xwe terikandine. Ev keş û hewaya dijminana ya ku deshilatê ava kiriye penebaran weke armanc nîşan dide û dibe sedema qetilkirina Kurdan. Em bang li dewletê dikin ku derbarê çapemenî, partiyên siyasî û kesên ku zimanê dijminane û nîjadperest dijî penaber û Kurdan bi kar tîne bên sizakirin.”

Li gorî Dr. Başak Yavcan jî ku ev bi salane li ser penebaran lêkolînan dike, taybetî li bajarên ser sînor û li Stenbolê di navbera gel û penaberan de rewş wek bombeyeke ber bi teqînê ye û bi zêdebûna bûyeran dibe ku Tirkiye careke din vekirina deriyên sînor bîne rojevê. Ev yek jî dê rageşîya nevbera Tirkiye û Ewropa zêde bike.

Doç. Dr. Başak Yavcan diyar kir: “Li gorî rapirsiyên ku me li qadê kirine di navbera welatiyên Sûrî û Tirk lihevnekirin di asta jor de ye. Taybetî li bajarên ser sînor yên wek Hatay, Kîlîs, Dîlok û bajarên ku penaber wek karkerên demsalî kar dikin; Riha, Edene, Mêrsîn û herî zêde jî li Stenbolê rewşa navbera penaber û welatiyan de wek bombeyeke ber teqînê ye. Bûyera li Enqerê jî dê bibe sedem ev bombe biteqe. Ji ber vê çendê dîsa Tirkiye dê vekirina deriyên sînor bîne rojevê lê ev yek dê bibe sedema nerazîbûna Yekitiya Ewropayê.”

Herwiha ji ber peyamên li ser medyaya civakî û bi daxuyaniyên çapemeniyê yên partiyên muxalefeta Tirkiyê CHP û partiya ÎYÎ yên neyînî, dijî penaberan reaksiyon dest pê kiribûn. Heta piştî ku şaredariyeke CHPê gotibû ew ê ji penaberan deh qatî zêdetir pereyê avê bistînin li ser medyaya civakî kompanyeya ku em penaberan naxwazin hatibû dest pê kirin.