ENKS daxwazê ji Îtîlafa opozîsyona Sûriyê dike rêkeftina di navbera wan de cibicî bike

ENKS daxwazê ji Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê dike, rêkeftina di navbera wan de cibicî bike û binpêkirinên mirovî li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî rawestîne.
Civîna ENKSê
Civîna ENKSê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwazê ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) dike, rêkeftina di navbera wan de cibicî bike û binpêkirinên mirovî li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî rawestîne û koçberan vegerîne ser cih û warê wan.

ENKSê duhî 13ê Tebaxê li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî girê da, piştî civînê jî daxuyaniyek belav kir û tê de bang li civaka navdewletî kir bilez çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bibînin û fişarê li rêjîma Sûriyê bikin, ji bo pabendî biryarên navdewletî bibe.

Herwiha ENKSê tekez kir, pêwendiyên wê bi hemû aliyên opozîsyonê û hêzên demokratîk re berdewam in, ji bo avakirina nerîneke hevbeş derbarê pêşeroja Sûriyê de, bi hemû pêkhateyên wê yên netewî li gor daxuyaniya Riyaz 2 û parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din di destûrê de.

ENKSê diyar kir, wan di civîna xwe de rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî guftûgo kir û daxwaz kir ku divê binpêkirinên ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin, werin rawestandin û divê zemîneke xweş were peydakirin, ji bo koçber bi awayekî aram vegerin ser mal û milkên xwe. Herwiha ENKSê daxwaza ji Îtîlafa Opozîsyonê kir, rêkeftina di navbera wan de cibicî bike û binpêkirinên mirovî li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî rawestîne û koçberan vegerîne ser cih û warê wan.

Li ser pirsa diyaloga yekrêziya Kurdî jî, ENKSê tekezî li ser girîngiya yekhelwestiya Kurdî di vê qonaxê de û pêwîstiya serxistina danûstandinan kir û daxwaz ji PYDê kir, kiryar û binpêkirinên ku li pêş diyaloga Kurdî dibin astengî rawestîne û hemû girtiyên li cem xwe azad bike. Herwiha ENKSê dixwaz ji gerentîkarê Amerîkî û fermandariya HSDê kir, kar ji bo destpêkirina danûstandinan bikin.

Herwiha ENKSê daxwaz ji serkirdeyên PYDê û fermandarên HSDê kir, rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê, yasayên wê û aramiya welatiyên wê bigire.