Erdogan: Merc bên dabînkirin, hêzên me dê li Kabulê bimînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê da xuyakirin, eger mercên pêwîst bên dabînkirin, hêzên wan dikarin bo parastina firokxaneya Kabulê li Efxanistanê bimînin.
Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan bi Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson re pêwendiyên telefonê encam dan.
Erdogan got, li Tirkiyeyê niha pênc milyon koçber û penaber hene û Tirkiye nikare zêdetir barê koçberan hilgire.
Erdogan da xuyakirin, ew niha hewl didin welatiyên xwe ji Efxanistanê derxin û da zanîn, eger mercên pêwîst bên dabînkirin, hêzên wan dikarin berpirsiyariya parastina firokxaneya Kabulê bigrin ser xwe.
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Bergiriya Tirkiyeyê ji medyaya Tirkiyê axivî û got, niha ew ligel hêzên NATO û hin hêzên ên herêmî, firokxaneya Kabulê diparêzin û bo firînan vekirî dihêlin.
Akar got, heta gelê Efxanistanê bixwaze, ew ê li wir bimînin, lê dema leşkerên wan rastî gef û metirsî werin, ew dikarin di heyama 24 demjimêran de jê vekişin.