Amerîka derbarê mana li Herêma Kurdistanê û Iraqê gumanan nahêle

Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê: Rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê ji ya Efxanistanê cuda ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino radigihîne, Amerîka li Herêma Kurdistanê û Iraqê dimîne û rewşa wan ji ya Efxanistanê cuda ye.

Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino îro di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, “Serok Biden têdigihe girîngiya Herêma Kurdistanê û Iraqê û bi ronî ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re got ku aramiya Iraqê ji bo herêmê girîng e.”

Got jî: “Rewşa Iraq ji ya Efxanistanê cuda ye, şerê DAIŞê bi dawî nebûye û berjewendî dixwazin ku pêwendiyên Amerîka û Iraqê berdewam bin.”

Robert Palladino tekez kir: “Pêwendiyên Biden ên bihêz bi Herêma Kurdistanê re hene. Amerîka ji Herêma Kurdistanê û Iraqê dernakeve, tenê hêzên şerker ên Amerîka ji Iraqê tên derxistin.”

Konsulê Amerîka bi zimanê Kurdî jî got: “Hez dikim pêwendiyan bigihînim asteke bilindtir, ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê û Amerîka.”

Ragihand jî: “Em pabendî pêwendiyên demdirêj ên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re ne. Niha pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û Amerîka de ji her demeke din bihêztir in û dê berdewam bin jî.”

Derbarê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de jî Robert Palladino got: “Hikûmeta Amerîka piştevaniya Hikûmeta Iraqê ji bo encamdana hilbijartineke pak û şefaf dike ku cihê baweriya xelkê be. Hêvîdar in xelkê Iraqê beşdarî proseya dengdanê bibe û mafê xwe yê siyasî bi kar bîne. Ev hilbijartin ji bo xelkê Iraqê ye û di diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de bi berfirehî behsa wê hate kirin, hêvîdar in keşek bê dabînkirin ji bo welatî bi azadî deng bidin.”

Derbarê DAIŞê de Konsulê Amerîka got: “Eger DAIŞê bê piştguhkirin, bêguman dê çalak bibe, ji ber wê jî civaka navdewletî û di nav de Hikûmeta Amerîka û Iraqê hevahengiyê dikin ji bo DAIŞê bi dawî bikin. Em têdigihin metirsiyên DAIŞê, ti hefteyek li vir nîne ku nûçeyeke nexweş li ser DAIŞê nebihîsin, ji ber wê divê di şerê li dijî DAIŞê de berdewam bin.”

Di bersiva pirsa peyamnêrê K24ê li ser rewşa Şingalê û cibicîkirina rêkeftina Şingalê de, Konsulê Amerîka got: “Rêkeftina Şingalê baştirîn rê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şingalê. Hikûmeta Amerîka ji pirsa ewlehî û birêvebirina Şingalê nîgeran e. Cihê mixabiniyê ye ku ew mîlîşya li Şingalê yên ser bi Îranê ve ne, red dikin pabendî rêkeftina Şingalê bibin. Ew hêz li wir pirsgirêkan ji Hikûmeta Iraqê re derdixînin. Pêwendiyên PKK li Şingalê bi wan mîlîşyayan re heye û ev yek rewş xiraptir kiriye û pirsgirêk zêde kirine. Ji PKKê û Heşda Şeibî dixwazin bi tevahî ji Şingalê deekevin, ji bo rêkeftina Şingalê were cibicîkirin. Hêvîdar in hêzên ewlehiyê yên xwecihî li Şingal bên bicihkirin. Em dixwazin hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge herêmê biparêzin, ji bo rewşeke li bar çêbibe û koçber vegerin ser cih û warên xwe.”