Tîpa Hawar çand û kelepûra Efrînê li Stenbolê vedijîne

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Tîpa Hawar ev 4 sal in li Stenbolê çand û kelepûra Efrînê dide jiyandin. Tîpa ku ji Efrîniyan pêk tê û di serdema şerê navxwe yê Sûriyê de ber bi Tirkiyê ve koç kirine, di nava jiyaneke penaberî de xebatên xwe yên Kurdewar berdewam dikin.

Ji bo berdewamî û jiyandina hunerê, ji welatê xwe dûr li xerîbiyê penaber bin jî, ligel her cûre astengiyan jî dikarin çand û kelepûra xwe bijîn û raberî seyra civaka xwe û ya cîhanê bikin. Birayê Bavê Salih dengbêjê Kurd ku can daye bi dehan çîrokan û ji ber klamên Kurdî rûbirûyê zilma desthilata Sûriyê maye Adnan Omer digel malbata xwe li Stenbolê ji bo çand û hûnera Kurdî û berdewamiya kelepûra Efrînê Tîpa Hawar ya govendê damezrandiye. Di nava bê derfetiyan de bêyî gilî û gazincan dûrî welatê zeytûnan Efrîna rengîn di xaniyekî 2 çav de li bajarê Stenbolê bîra wî aliyê sînor yê Rojavayê Kurdistanê veguhestiye bajarê Stenbolê û li vir zindî dike. Derhênerê Tîpa Hawar Adnan Omer diyar dike, armanca wan ew e ku çanda Kurdî li vî welatê xerîbiyê biparêzin.

Derhênerê Tîpa Hawar Adnan Omer ji K24ê re got: “Yekem mebesta me ji damezrandinaTîpa Hawar ew e ku; em kûltûra Kurdî biparêzin yek, a duyemîn jî em karibin çi kûltûrê me yê Kurdî, ev bazdanên me, stranên me ew di pêşerojê de em karibin wan qeyd bikin, biparêzin û bihêlin ji nifşên nû re. Zehmetî piçekî di warê aborî de heye em nikarin cihekî ji xwe re bigirin, kirê bikin em tê de provayên xwe bikin. Lê di mala me de em dikarin bi çend endamên komê hazir bibin ev reqs û semayên xwe werbigrin û dakevin govend û dîlanan berdewam bikin.”

Endamên Tîpa Hawar, xwediyên bê nasname yên welatê zeytûnan ji mala xwe bi hezaran kîlometir dûr wek wan kevokên aştiyê yên mizgîniyê ku nîşaneya vejandina çand û hunera 7 hezar sali ya Efrînê tê zanîn li vî bajarê pirçand û pirziman li Stenbola serjimara wê 16 milyon kes e bi rêya govendê çand û hûnera xwe raberî her cûre milletî dikin û bi wan didin nasîn. Rewşan Omer jî Perwerdekara Tîpa Hawar dibêje; wan hîç bîra wê yekê nedibir ku wê piştî şerê li Sûrî tîmekê ava bikin û çanda Kurdî li Stenbolê bidin jiyandin ligel hemû zehmetiyan.

Rahênera Tîpa Hawar Rewşen Omer ji K24ê re got: “Ez di temenê 14 salî de bûm li Helebê, Ez tevlî Koma Newroz bûm. 3-4 salan di koma Newroz de mam di pêre jî ez tevlî Koma Hawar bûm. Di wir de jî me bazdan dikir. Di pey re ez hatim rewşa Surî destpêkir, şer destpêkir. Pê re em hatin Tirkiyê. Lê qet li bîra min ne çû em dê li vir komeke bazdanê ava bikin. Ji ber ku li vir rewş gelekî zehmet e. Me li vir Tîpa Hawar çêkir, me dest bi karê xwe kir. Ev e bû 3-4 sal in em wekî tîpa hawar li vir derdikevin dawetan, şahiyan Klîpan û gelek klip me bi hunermendan re jî çêkir.”

Tîpa Hawar ev 4 sal in ku li dawet û şêniyan û di rojên Newrozê de bi govenda xwecihî ya Efrînê, çand û hûnera Kurdî ya hatiye jibîrkirin û bê xwedî maye raber dikin. Tîpa Hawar di heman demê de bi rêya perwerdehiya govenda Efrînê hemû Efrîniyên ku li Stenbolê belav bûne û haya wan ji hev nîn e kom dike û dibe sedema hevnasîn û civatên nû. Komê, ew yek ji xwe re kiriye armanç ku her li kî derê be heta ji destê wan bê û hatiye çanda Kurdî zindî bihêlin.