Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke CHPê kir

Di hevdîtinê de behsa çareserkirina pirsgirêk û aloziyên navçeyê hate kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 6ê Îlona 2021ê, pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê (CHP) bi serokatiya Cîgirê Serokê wê Partiyê Oguz Kaan Salici kir.

Di hevdîtinê de, şanda mêvan behsa armanca serdana xwe bo Herêma Kurdistanê kir û tekezî li wê kir ku çareserkirina pirsgirêk û aloziyên navçeyê, bi diyalog û hevtêgihîştina di navbera gelan û pêkhateyan de dibe, ji bo vê armancê jî partiya wî dest bi cibicîkirina rewangeheke dûrûdirêj li ser vê bingehê kiriye û hêvî xwast pêwendiyên baş û li ser bingeha berjewendiya gelên navçeyê bi Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê re ava bbike û bi hev re kar ji bo çareserkirina pirsgirêkan, aramî û ewlehiya navçeyê bikin. Her di vê derbarê de, amaje bi girîngiya rol û pêgeha Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li girîngiya diyalog, hevtêgihîştin, bîr û baweriyên hevbeş û dîtina çareyên pirsgirêk û aloziyên navçeyê li ser bingeha hevqebûlkirin û nehîştina înkarkirinê kir û ev serdan jî wek siyaseteke nû ya CHPê bi nav kir. Herwiha spasiya Tirkiyê kir ku her dem di tengiyan de alîkariya xelkê Kurdistanê kiriye û amaje bi hevkariya Tirkiyê di dema operasyonên Enfala 1988an de kir ku deriyên xwe bi rûyê xelkê Kurdistanê de vekir û alîkariya dan. Derbarê rol û pêgeha Herêma Kurdistanê de jî dubare kir ku ew her dem wek fakterê aramî û ewlehiyê dimîne.

Rewşa giştî, hilbijartinên dahatî yên Iraqê, metirsiyên DAIŞê û pêşbînîyên bo dahatûya navçeyê, çend tewerên din ên hevdîtinê bûn.