Mesrûr Barzanî: Hikûmet li ser proseya çaksazî û rûbirûbûna gendeliyê rijd e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Destpakiyê Ehmed Enwer kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlona 2021ê pêşwazî li Serokê Desteya Destpakiyê Ehmed Enwer kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser berdewamiya proseya çaksazî, rûbirûbûna gendeliyê û nehîştina hedirkirina samanên giştî rijd e.

Di hevdîtinê de, tekezî li girîngiya hevahengiya di navbera dezgehên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê de hate kirin, ji bo rûbirûbûna gendeliyê, xizmetkirina welatiyan û nehîştina kedxwarin û rûtînê.