Gelek darên derdora bircên Diyarbekirê hatin jêkirin
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di Baxê Millet de ku li navçeya Sûrê ber Bircên Diyarbekirê hatiye çêkirin, gelek dar ji aliyê tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hatin jêkirin. Welatiyên li deverê dar çandine û xwedî dikin ji rewşê bi gazinc in û dibêjin dar û erd ên wan in lê tên jêkirin.
Raserê Baxên Hewselê û biniya Bircên Diyarbekirê Baxê Millet hatibû çêkirin û di wê qadê de gelek darên cûrbecûr hene.
Tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî li wê qadê dest bi jêkirina daran kirine ku pirraniya wan daran darên tû û darên hêjîrê ne. Welatiyên ku ew dar çandine û bi salan av dane ji rewşê bi gilî.
Welatiyên bi navê Ahmed Kiziler û kurê wî Silêman Kiziler dibêjin ya kut ê kirin qetlîam e û wan çiqas hewil dabin ku ligel rayedarekî biaxivin, nekarîne xwe bigihînin ti kesî.
Welatî amaje dikin ku tenê ji wan tê xwestin ku cihê xwe biterikînin û ji wan re wekî din ti daxuyaniyek nayê dayîn.
Baxê Millet piştî şerê xendeqan ê navçeya Sûrê hatibû çêkirin û di sala 2019an de hatibû vekirin.
Welatiyên ku xaniyê wan li wê deverê bûn û paşê hatin ruxandin an ji dêvla wê ji dewletê xaniyên nû wergirtin, an pere wergirtin an jî ev mijar birin dadgehê û hîn jî pêvajoya hiquqî didome.