Vîze di navbera Iraq û Îranê de namîne

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî: Ji niha û pê ve vîzeya geştiyariyê di navbera Iraq û Îranê de namîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di konferansa rojnamevanî ya bi Serokwezîrê Iraqê re ragihand, ji niha û pê ve vîzeya geştiyariyê di navbera Iraq û Îranê de namîne.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî diyar kir, Serokwezîrê Iraqê razî ye ku vîzeya geştiyaran di navbera her du aliyan de nemîne û geştiyar bikarin bêyî vîze ji welatê xwe serdana welatê din bikin.  

Herwiha da zanîn jî, Iraq îsal dê rê bide ku hejmareke zêdetir xelk ji Îranê serdana çileya Îmam Husên bikin.

Di beşeke din a konferansê de, Serokomarê Îranê got: “Têkiliyên me yên kûr bi Iraqê re hene", Destnîşan kir jî: “Em li bendê ne ku têkiliyên di navbera Iraq û Iranê de xurtir bibin.”

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Iraqê Kazimî got, wan komek dosyayên dualî bi Serokomarê Iranê re hatin gotûbêj kirin, di nav wan de dosyeya aborî, riya hesin û zêdebûna danûstandina bazirganî.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro bi serokatiya şandeke mezin a hikûmetê serdana Tehranê kir û biryar e bi rayedarên Iranî re hevdîtinan pêk bîne û komek pirsan guftûgo bike.