Li Iraqê du namzed ji hilbijartinan hatin dûrxistin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê du namzedên hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê namzediya wan rawestand.

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê du namzedên hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê namzediya wan rawestand û sedem jî eşkere kir.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê eşkere kir; namzedê Tevgera Iraq a Niştimanî Mihemed Mehdî Ebid Amrî û Selah Mucbîl Tahir Swêdî ji ber pabendnebûna bi yasayên hilbijartinê ji proseyê hatine dûrxistin.

Komîsyonê sedemê dûrxistina wan herdu namzedan jî eşkere kir û ragihand; ew du namzed di hevpeyvîneke televîzyonî de êrîş kirine ser dadgehan, ji ber wê jî namzediya wan hatiye xistin û dengên wan jî nayên hesibandin.

Biryar e roja 10ê Cotmeha 2021ê hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê birêve biçe. Di hilbijartinê de 3 hezar û 244 kes rikberiyê li ser bidestxistina 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê dikin.