Nûnera Medyaya Yekîtiya Ewropayê serdana Kurdistan24ê kir
Hewlêr (K24) – Mar Aguilera Vaques, Nûnera Medyaya Yekîtiya Ewropayê ya ji tîma çavdêrîkirina proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, serdana saziya Kurdistan24ê kir.
Nûnera Medyaya Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Rêveberê Giştî û berpirsên din ên saziya Kurdistan24ê ve hat pêşwazîkirin û di civînê de behsa proseya hilbijartinan û rola medyayê û bandora medyaya civakî di proseyê de hatin kirin.
Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê Mihemed Hacî Kerîm kurteyek li ser kar û planên saziya Kurdistan24ê ji bo rûmala bangeşeya hilbijartinan pêşkêş kir.
Ji aliyê xwe ve Mar Aguilera Vaques bal kişand ser rola çavdêrên biyanî di proseya hilbijartinan de û ragihand; ew bi girîngî li rola medyayê di rûmala rojên bangeşeya hilbijartinan de û roja dengdanê dinêrin û ew bi xwe serperiştiya tîmên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dike.