Pêşangeha wênsaz Ahmet Guneştekîn li Diyarbkirê tê vekirin

Şêwekar Ahmet Guneştekîn
Şêwekar Ahmet Guneştekîn

Diyarbekir (K24) – Bi Mêvandarî û hevkariya Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê DTSO’yê li Birca Keçikan ya Sûrên Diyarbekirê, pêşangeha Wênesazê navdar Ahmet Guneştekîn tê vekirin. Pêşangeha ku dê di 16’ê Cotmehê de dest pê bike heta 2 mehan dê ji bo serdanan vekirî bimîne.

Hat ragihandin ku hunerkariya wênesazê navdar Ahmet Guneştekîn, dê wêne, pêyker û xebatên taybet ku li ser bajêrê Diyarbekirê xebitiye, di pêşangehê de bên raxistin.

Ahmet Guneştekînê 54 salî wênesazekî Kurd e û bi girîngî dayîna xwe ya têgehên wênesazî, pêykersaziya konsturuksiyonê tê nasîn û li bajarê Batmanê jî bi navê wî navendeke hunerî heye.

Pêşangeha Ahmet Guneştekîn a li Diyarbekirê dê bi navê ‘Odeya bîrdankê’ ango ‘jûra bîrdankê’ bê lidar xistin.