Bi beşdariya Mesrûr Barzanî bangeşeya hilbijartinan a PDKê li Hewlêrê birêve çû

Mesrûr Barzanî: Divê her kes di derbirîna nêrîna xwe de azad bin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê di hilmeta bangeşeya hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand: “Ez şanaz im ku endamên PDKê û xelkê Kurdistanê bawerî dan min ta ku posta Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi min bê bexşîn. Lê îro ez wek endamekî PDKê di xizmeta we de me.”

Mesrûr Barzanî ragihand, ji destpêkê ve armanca PDKê ji bo hîştina xak, nasnameya netewî û hemû pêkhateyên Kurdistanê bû. PDKê dixwaze xizmetguzariyê bigihîne hemû xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê û li hemû navçeyên Kurdistanê.

Herwiha diyar kir ku di dema borî de PDKê hewl daye çend erkên xwe cîbicî bike û li hember wan sozên ku dane dengder û cemawera xwe, texsîr nake.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “PDK weke stratejiyek li pêşxistina Herêma Kurdistanê dinêre, wisa lê nanêre ku aborî tenê ji bo çînek an navçe û komek be ku pêşve biçe û girîngî pê were dayîn, ev stratejiyek ji bo wê yekê ye ku jêrxaneke aborî ya bihêz li Kurdistanê were avakirin, da ku hûn û nifşên siberojê jî bikarin jiyaneke bextewertir û baştir û seqamgîrtir, jiyana xwe derbas bikin.”

Mesrûr Barzanî tekez kir ku PDK hemû hewlên xwe dide, da ku bi şiyana xwe xizmeta welatiyan û wê ajendayê bike ku bikarin hemû deverên Kurdistanê pêş bixin û ti kêmasiyek nemîne, lê belê weke tê zanîn, di dema borî de duçarî çendîn qeyranan bûn.

Barzanî diyar kir: “Her dema pêwîst bûbe ku berevaniya xak û rûmeta niştiman bikin, serokê me yê xoşewîst cenabê Serok Barzanî û Pêşmergeyên qehreman li sengerên pêş bûn û nehiştin ti dagirkerek pence li wê ezmûnê dirêj bike.”

Herwiha destnîşan kir: “Peyama PDKê ji destpêkê ve aştî bûye û PDK qet nexwestiye lihevketin di nava Kurdistanê de rûbide. Em ligel wê yekê ne ku aştiya niştimanî çêbibe û hemû ol û bawerî bi hev re bijîn û li ser vê rêyê berdewam dibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Divê her kes di derbirîna nêrîna xwe de azad be û herwiha di wê yekê de jî azad bibe ku kî nûnertiya wan bike, loma kes nikare bi zorê kesekî neçar bike ku form tije bike, yan jî bi zorê dengê xwe bide aliyekî, hemû takekesên Kurdistanê azad in, ew dizanin deng bidin kê, ji ber vê yekê em ti awayî qebûl nakin ji ber nêrîna siyasî, fermanberek an takekesek were tehdîdkirin, ku ji kar dê were dûrxistin eger deng bide aliyekî din. Prensîp û baweriya PDKê wisa ye ku azadiya derbirîna nêrînê divê ji bo hemû welatiyan were desteberkirin, lê ez ji her kesî daxwaz dikim û berê xwe didim wan kesên ku hîn biryar nedane, dengê xwe bidin namzedên PDKê.”