PDK baregehên xwe yên li Kerkûkê werdigire

Ew hêzên li Kerkûk û Xaneqînê li baregehên PDKê bi cih bûne, dê jê derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radigihîne, ew hêzên ku di nava baregehên PDKê li Kerkûkê de ne, di rojên bê de derdikevin.

Endamê Serkirdatiya PDKê Diyarî Husên ji K24ê re got: “Piştî 16 Cotmeha 2017an, hêzeke mezin li Kerkûkê bi cih bû û piraniya wan li baregehên me bi cih bûn, ji ber ku kesine din navendên me nîşanî wan dan.”

Got jî: “Wek çawa li Mexmûr û Mûsilê baregehên me tên valakirin, niha ew hêzên li Kerkûk û Xaneqînê li baregehên me bi cih bûne soz dane ji baregehên me derkevin.”

Husên diyar kir jî, ew hêvî dikin ku beriya hilbijartinan baregehên wan bên valakirin û wiha got: “Em dixwazin di zûtirîn dem de vegerin baregehên xwe.”

Ji ber hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ku dê 10'ê Cotmehê bên kirin, PDK'ê baregehên xwe yên li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vekirin.