Wezîrê Pêşmerge bo pêşmergeyên Kurdistanê: Beşdarî dengdanê bibin

"Ji bo parastin û desteberkirina mafên destûrî û yasayî yên xelkê Kurdistanê beşdarî proseya hilbijartinan bibin."
Wezîrê Peşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl
Wezîrê Peşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl

Hewlêr (K24) – Wezîrê Peşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl bi daxuyaniyekê ji hêzên Pêşmerge daxwaz kir ku ji bo parastin û desteberkirina mafên destûrî û yasayî yên xelkê Kurdistanê beşdarî proseya hilbijartinan bibin.

Şoriş Îsmaîl di daxuyaniya xwe de pesnê Pêşmergeyê Kurdistanê dide, ku nebûne beşek ji bangeşeya hilbijartinan û pabendî yasa û rêsayên serbazî bûne.

Wezîrê Pêşmerge diyar dike: "Piştî ku beşdarî dengdanê bibin, ku erkekî netewî û niştimanî ya çarenûssaz e, hûn rasterast dibin parêzvanên silametiya birêveçûna proseyê, beşek jî dibin parastina aramî û seqamgîriya Herêmê û dengderan û xelkê Kurdistanê bi giştî.”

Şoriş Îsmaîl herwiha destnîşan dike: “Dengdan mafekî destûrî û yasayî yê hemû Kurdan e, weke çawa hûn di demên berê de hêza aştiyê bûn û bi ruh û xwîna xwe, we ezmûna xwe parast û hûn her dem şanaziya parastina ax û xelkê Kurdistanê bûn û nasnavê camêrî û dilêrî li Kurdistan û cîhanê li we hatiye danîn, wisa jî bi rola xwe ya bi bandor di serxistina proseya demokrasiyê de ji bo Herêm û Iraq û navçeyê di vê dengdanê de bibînin.