Mesrûr Barzanî: Stratejiya Hikûmetê dirustkirina projeyên mezin û firehkirina jêderên dahatê ye

Stratejiya Hikûmetê dirustkirina projeyên mezin û firehkirina jêderên dahatê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya merasîma vekirina sayoloya Kelar de gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand: “Germiyan gelek qurbanî di berevanîkirina di ber xaka Kurdistanê de dane û xwedî bi hezaran şehîd e û rûbirûbûyî enfal û komkujiyan bûye.”

Herwiha got: “Erkê me hemûyan e xizmeta hemû navçeyan bikin. Ev proje, beşek ji projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dirustkirina jêrxaneya aborî li Kurdistanê ye.”

Destnîşan kir jî: “Ev proje ewlehiya xwarakê ya Herêma Kurdistanê dabîn dike û dibe jêrxanek ji bo pêşketina sektorên din ên aboriyê li Kurdistanê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Eger sektora çendiniyê bi pêş bikeve, dê sektorên pîşesazî û bazirganî jî vejînê bibînin.”

Herwiha got: “Stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, drustkirina projeyên mezin û firehkirina jêderên dahatê ye.”

Diyar kir jî: “Germiyan her dem pêşeng bû di berevanîkirina li Kurdistanê. Xweragiriya xelkê Germiyanê hîşt em hemû serbilind bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Ji destpêkê ve me 126 milyar Dînar ji bo çend projeyên stratejîk ên curbicur li Germiyanê terxan kir.”

Diyar kir: “Çendîn projeyên din jî li Germiyanê hene, ji wan jî riya Kelar – Kifrî û Kelar – Derbendîxanê. Hêvîdar im ew di demeke zû de bêne temamkirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Min guhdariya daxwazên îdareya Germiyanê kir û gelekê kêmanî di xizmetguzariyên bingehîn de hene. Pirs ew e, çima heta niha ez xizmetguzarî negihîştine xelkê.”

Herwiha got: “Em hemû fermanber in, ti minetek jî tê de nîne eger em bi xema xelkê de bin û erkê xwe cibicî bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Erkê Hikûmeta li hemû navçeyên Kurdistanê heye. Berpirsatiya Hikûmetê ye bikare çawa rêkxistina karûbarê xwe bigire destê xwe.”

Diyar kir jî: “Em li ser wê rijd in ku desthilata yasayî ya Hikûmetê bi ser hemû navçeyan de bisepînin, ev jî serwerêkirina yasaya ye, ne xwesepandine.”

Tekez kir jî: “Her hewlekê didim ji bo xalên sînorî bi awayekî werin birêkxistinkirin û Hikûmet bikare kontrola wan sînoran bike û dahata wê ji xelkê vegere.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Ewê di karîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be, bi piştrastî em ê wê cibicî bikin.”

Herwiha got: “Beşeke mezin ji mafên xelkê Germiyanê, ji aliyê Bexdayê ve hatine binpêkirin. Pêwîst e Bexdayê destûrê cibicî bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez nehatime bangeşeya hilbijartinê bikim, lê belê hatime xizmeta we bikim.”

Destnîşan kir: “Pêwîst e nûnerên me li Bexdayê berevanîkarên dijwar ên mafên xelkê Kurdistanê bin. Pêwîst e nûnerên me bi hev re kar bikin û hewl ji bo cibicîkirina destûrê bidin.”

Herwiha got: “Pêwîst e ew nûnerên diçin Bexdayê, tekeziyê li ser cibicîkirina destûrê û qerebûkirina enfalkiriyan bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Daxwaz ji hemûyan dikim, wan nûneran ku bi baweriya we dê xizmetê bikin û xwe bikin qurbaniyên bidestanîna berjewendiyên welat û xelkê Kurdistanê hilbijarên.”

Destnîşan kir jî: “Hîna qeyrana aboriyê maye û Korona jî berdewam e. Daxwazê ji we dikim bi Hikûmetê re hevkar bin. Hikûmet û welatiyan bi hev re dikarin welat ber bi qonaxake geştir û aramtir bibin.”