Dengdana taybet a hilbijartinên Iraqê dest pê kir

Di proseya dengdana taybet de, hêzên ewlehiyê û Pêşmerge li Herêma Kurdistanê dengên xwe didin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê û Iraqê proseya dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de dest pê kir.

Di proseya dengdana taybet ên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de, hêzên ewlehiyê û Pêşmerge li Herêma Kurdistanê dengên xwe didin.

Îro demjimêr 07:00 bi dema Hewlêrê deriyên navendên dengdanê di rûyê dengdarên dengên taybet de vebûn.

Li gor amarên Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, îro li Herêma Kurdistanê û Iraqê, zêdetir ji 1 milyon û 75 hezar û 727 endamên hêzên ewlehiyê dikarin deng bidin.

Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Comana Xelay diyar kir, 120 hezar koçber û 776 zîndanî jî mafên wan ên dengdanê heye.

Destnîşan kir jî, hêzên ewlehiyê dikarin li 595 navendên dengdanê û koçber jî li 86 navendên dengdanê dikarin deng bidin.

Li Herêma Kurdistanê, endamên hêzên Pêşmerge, polîs, asayiş, hêzên navxwe li 122 navendên dengdanê li Herêma Kurdistanê didin.

Li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî, 130 navendên dengdanê yên dengdana taybet vekirî ne.

Hêzên Heşda Şeibî dengên xwe di dengdana taybet de nadin, lê belê dê beşdariyê di proseya dengdana giştî de bikin.

Roja 10ê Cotmehê dengdana giştî ya hilbijartinên endamên Encûmena Nûneran a Iraqê birêve diçe û aliyên siyasî li ser 329 kursiyên wê encûmenê rikaberiyê dikin.