Teqînekê li nav mizgefteke Efxanistanê rûda

Medyaya Efxanistanê ragihand; teqîneke bihêz di dema nimêja înê de li nav Mizgefta Seîd Abad rûda.
Dîmenek piştî teqîna li nav Mizgefta Seîd Abad, wêne: medyaya civakî
Dîmenek piştî teqîna li nav Mizgefta Seîd Abad, wêne: medyaya civakî

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Efxanistanê ragihand; teqîneke bihêz di dema nimêja înê de li nav Mizgefta Seîd Abad a li bajarê Xan Abad ê wîlayeta Qendûzî ya li bakurê Efxanistanê rûda.

Li gor raportên medyaya Efxanistanê, ji ber teqînê zêdetirî 15 kesên li nav mizgeftê canê xwe ji dest dane û bêhtirî 90 kes jî birîndar bûne, herwiha tê pêşbînîkirin ku amarên qurbaniyan zêde bibin.

Rayedarên bajarê Xan Abad ku niha di bin kontrola Talîbanê de ye, diyar dikin ku teqîn bi rêya danîna bombeyekê bûye û rasterast piştî bidawîbûna nimêja înê teqiyaye.

Li gor dîmenên ku li medyaya civakî hatine belavkirin, termên welatiyan li nav mizgeftê li erdê ne û xelk termên qurbaniyan ji nav mizgeftê derdixin.