Komîsyon: Proseya dengdana taybet bi dawî bû

Demjimêr 18:00 hemû binkeyên dengdanê hatin girtin

Hewlêr (K24) – Li gor biryar û rênimayên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, di demjimêr 18:00ê de bingekên dengdana taybet hatin girtin û proseya dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ya sala 2021ê bi dawî bû.

Li gor biryarên komîsyonê, amûrên ku li ser sindoqên dengdanê hatine danîn, elektronîk e û tenê 3 xulek pîştî demjimêr 18:00 dixebite, ku ew jî ji bo xwendina karta dawî ya dengdanê ku bo sindoqê hatiye xistin.

Niha proseya dengdanê li binkeyên dengdanê rawestiyaye û ti kes nikare deng bide, li gor zanyariyan, deng rasterast têne xwendin û cudakirin û zanyarî jî ji komîsyon û aliyên siyasî re têne dayîn.