Mesrûr Barzanî: Ji bo parastina dengderan baweriya min bi şiyana hêzên ewlehiyê heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya hemû dezgehên ewlehiyê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya hemû dezgehên ewlehiyê kir ji ber beşdarbûna wan a di proseya dengdana taybet de bo hilbijartinan Parlamentoya Iraqê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez spasiya hemû dezgehên me yên ewlehiyê yên qehreman dikim ji ber beşdarbûna wan a bihêz a di dengdana îro de li seranserê Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî berê xwe da hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û ragihand: “Ez spasiya wan dikim ji ber bicihanîna erkên xwe di parastina civakê de.”

Herwiha eşkere kir: “Baweriya min a temam bi şiyana wan heye ji bo parastina dengderan di roja dengdana giştî ya roja yekşemê de.”