Rêjeya beşdarbûna dengdana taybet hat eşkerekirin

Proseya dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê vê êvarê di demjimêr 18:00ê de bi dawî bû.

Hewlêr (K24) – Proseya dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê vê êvarê di demjimêr 18:00ê de bi dawî bû û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ragihand; piştî girtina sindoqên dengdanê, deng rasterast rên cudakirin û hejmartin.

Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê yê li parêzgeha Kerkûkê, 34 hezar û 435 kes di dengdana taybet de dengê xwe dane, ku rêjeya beşdarbûnê %62 ye.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî eşkere kir; rêjeya beşdarbûnê di dengdana taybet de li parêzgeha Duhokê %88 bûye, li parêzgeha Hewlêrê jî dengdana hêzên ewlehiyê bi rêja %88,2 bûye.

Hat diyarkirin ku 72 hezar û 715 kes li Mûsilê xwedî mafê dengdanê bûn, ji wan 51 hezar û 244 kesan deng dane, ango bi rêya %70 beşdar bûne.

Ji 17 hezar û 123 dengderên li 9 binkeyên îdareya Raperînê, 14 hezar û 984 kesan deng dane, ku rêjeya beşdarbûnê dibe %87,5.

Li Xelîfanê ji 1350 dengan, 1113 deng hatine dayîn, ku 1058 deng ji PDKê re û 28 deng jî ji Hevpeymaniyê re bûye.