Nêçîrvan Barzanî: Ez kêfxweş im ku dengdana taybet bi awayekî serkeftî bi dawî bû
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber beşdarbûna dengdana taybet, spasiya hêzên ewlehiyê û awareyan kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez kêfxweş im ku dengdana taybet a ji bo hilbijartinên parlamentoyê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi awayekî serkeftî bi dawî bû.”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Ez spasî û destxweşî li beşdariya berfireh a Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û xwişk û birayên me yên aware dikim.”
Herwiha Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe anî ziman ku dengdana giştî jî bi awayekî serkeftî û bêyî pirsgirêk birêve biçe.
خۆشحاڵم دهنگدانى تايبهت بۆ ههڵبژاردنى ئهنجومهنى نوێنهران له عيراق و ههرێمى كوردستان سهركهوتووانه كۆتايى هات. سوپاس و دهستخۆشى بۆ بهشداريى فراوانى پێشمهرگه و هێزه ئهمنييهكان و خوشك و برايانى ئاواره. هيوادارم دهنگدانى گشتيش سهركهوتووانه و بێکێشە بهڕێوه بچێت
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) October 8, 2021