Bangeşeya hilbijartinan bi dawî bû

Dema bangeşeya partî û aliyên siyasî ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê bi dawî bû.

Hewlêr (K24) – Dema bangeşeya partî û aliyên siyasî ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê bi dawî bû, her partiyekê ku piştî vê demê bangeşe bike, tê cezakirin.

Li gor dema ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê diyar kiribû, îro demjimêr 06:00ê sibehê, benageşeya partî û aliyên siyasî ji bo hilbijartinên pêşwext bi dawî bû û her aliyekî ku berevajî vê biryarê tevbigere, dê ji aliyê Komîsyonê ve were cezakirin.

Sibe yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera pêncem a parlamentoyê li seranserê Iraqê birêve biçe.

Ev hilbijartin ku beriya dema xwe tê encamdan û jê re dibêjin "hilbijartinên pêşwext", ji ber nerazîbûna xelkê ji hikûmeta Iraqê tê encamdan, ku yek daxwazên xwepêşanderên Bexda û bajarên din ên Iraqê bû.

Di hilbijartina pêşwext de 24 milyon û 299 hezar kes xwedî mafê dengdanê ne, li gor amarên herî dawî yê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, 17 milyon dengderan karta biyometrî ya dengdanê wergirtine.

Di vê hilbijartinê de 988 hezar kes li Iraqê cara yekem deng didin, ku di salên 2001, 2002, 2003an de jidayîk bûne.