Dema ragihandina encamên hilbijartinan hat eşkerekirin

Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihand; roja 11ê vê mehê encamên nefermî yên hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dê werin eşkerekirin.

Hewlêr (K24) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihand; roja 11ê vê mehê encamên nefermî yên hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dê werin eşkerekirin û roja 12ê mehê jî encamên dawî dê werin ragihandin.

Berpirsê Jûra Aliyên Siyasî yê li Ofîsa Hewlêrê ya Hilbijartinên Iraqê Ferhad Esed Şêtneyî ji K24ê re ragihand: “Li gor bernameya ku ji bo me hatiye danîn, em ê di 11ê mehê de encamên nefermî ragihînin û roja 12ê mehê jî encamên dawî dê werin eşkerekirin.”

Ferhad Esed Şêtneyî diyar kir: “Heta niha 18 namzed li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatine sizadan û namzedek jî hatiye dûrxistin.”

Şêtneyî destnîşan kir: “Her namzedek ku bangeşeya hilbijartinan ranewestîne, sizayê wî ji yê berê hatiye diyarkirin du qat zêdetir dibe.”

Herwiha eşkere kir: “Me hemû hewldanên xwe kirine, da ku kêşeya di dengdana taybet de rûda, di dengdana giştî de dubare nebe.”