Mesrûr Barzanî: Me deng da namzedên ku baweriya me pê heye

Me deng da namzedên ku baweriya me pê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî ku li navendeke dengdanê li Pîrmamê deng da, di konferanseke rojnamevanî de hêvî xwast ku proseya dengdanê bi keşeke ewle û aram de bidome û got: "Me deng da namzedên ku baweriya me pê heye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hêvî xwast jî, hemû welatiyên ku mafê wan ê dengdanê heye karibin deng bidin.

Îro 10ê Cotmeha 2021ê, dengdan ji bo hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran a Iraqê birêve diçe û ji demjimêr 07:00 sibehê ve navendên dengdanê di rûyê dengdêran de hatin vekirin.

Di proseya dengdana giştî a hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de, aliyên siyasî li ser 329 kursiyên wê encûmenê rikaberiyê dikin.

Li gor amarên Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, îro li Herêma Kurdistanê û Iraqê, zêdetir ji 25 milyon kes dikarin deng bidin.

Di van hilbijartinan de, 789 kandîdên serbixwe, 109 partî û 21 hevpeymanî beşdar in.