Serok Mesûd Barzanî deng da
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî li navendeke dengdanê ya bajarokê Pîrmamê dengê xwe ji bo diyarkirina kandîdên Kurd di Encûmena Nûneran a Iraqê de da.
Îro 10ê Cotmeha 2021ê, dengdan ji bo hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran a Iraqê birêve diçe û ji demjimêr 07:00 sibehê ve navendên dengdanê di rûyê dengdêran de hatin vekirin.
Di van hilbijartinan de, 789 kandîdên serbixwe, 109 partî û 21 hevpeymanî rikaberiyê li ser bidestxistina 329 kursiyên Encûmena Nûneran dikin.
500 çavdêrên navdewletî û zêdetir ji 4 hezar çavdêrên navxweyî, çavdêriya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê dikin.