Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Qonaxeke nû dest pê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya bidawîbûna proseya hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê peyamek belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bidawîbûna proseya hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê peyamek belav kir û tê de spasiya welatiyên Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya bidawîbûna proseya dengdanê ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, ez spasiyeke germ li welatiyên Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê dikim ji ber beşdariya wan a di proseya demokrasiyê de û hîskirina wan bi berpirsyariyê di proseya siyasî û berevanîkirina mafên xwe yên destûrî yên gelê Kurdistanê de.

Ez pasiya Pêşmerge û hêzên navxwe bi giştî dikim ku erkê xwe di dabînkirina keşeke aram de ji bo dengdanê û parastina binkeyên dengdanê bi şêweya herî baş bi cih anîn, herwiha ez spasiya karmendên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê dikim, ji bo cîbicîkirina erkê xwe bi awayekî pîşeyî, her çiqas mixabin li çend binke û wêstgehên dengdanê kêşeya teknîkî rûda û hejmarek mezin ji welatiyan, ji mafê dengdanê bêpar man.

Li çend deveran jî, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, ji aliyê çend komên çekdar ên derveyî yasa ve, rêgirî li dengdaran hat kirin ku bigihin binkeyên dengdanê, ev cihê nîgeranî û nerazîbûna me ya kûr e û li dijî bingehên demokrasî û mafê azadiya beşdarbûna proseya dengdanê ye.

Ez vê êvarê ligel Serokwezîrê Iraqê Birêz Mistefa Kazimî re axivîm û min pîrozbahî lê kir ku soza xwe ya ji bo encamdan û serxistina hilbijatinên pêşwext bire serî. Em her du hevnêrîn bûn li ser girîngiya lêkolîn û lipeyçûna bi awayekî zelal û şefaf û di demeke diyarkirî de ji bo wan kêşe û girîftên ku di dema proseya dengdanê de rûdan. Ez bawer im Serokwezîr dikare erkên xwe yên qonaxa karbirêkirinê bi başî birêve bibe û em ê ji vî alî ve alîkar û piştevan bin.

Niha piştî temambûna proseya hilbijartinan qonaxeke nû dest pê dike, ez hêvî dikim hemû wan namzedên ku baweriya welatiyên Kurdistanê bi dest dixin û dibin endamên parlamentoyê, bi yekdengî û bi hev re, kar bikin ji bo dakokîkirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û pêşvebirina kultura demokrasî û rêzgirtina li prensîpên hevbeşî û hevsengî û lihevkirinê di rêvebirina desthilata federal a Iraqê de.

Ez xwazyar im nûnerên Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî, li Parlamentoya Iraqê pişta xwe li milmilaniyên navxweyî bizîvirînin û hemû li Bexdayê bi yekrêzî û yekhelwest bixebitin, da ku pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraqa Federal bihêz bibe û mafên destûrî yên Kurdistaniyan werin bidestxistin, ji bo vê mebestê jî, em ê ligel hemû aliyan di pêwendiyê de bin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

10ê Cotmeha 2021ê