Encamên kursiyên kota yên pêkhateyên Êzidî û Şebek

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê encamên destpêkê yên kursiyên kota yên pêkhateyên Êzidî û Şebek ragihand.

Hewlêr (K24) – Li gor encamên kursiyên kota ku ji bo pêkhateyên Kurdên Êzidî û Şebek hatine terxankirin, kursiya pêkhateya Êzidî, Nayif Xelef Sîdo Şemo Cindo bi dest xist û kursiya pêkhateya Şebek jî, We'd Mehmûd Qedo bi dest xistiye.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê encamên destpêkê yên kursiyên kota yên pêkhateyên Êzidî û Şebek ragihand.

Li gor encamên destpêkê, Nayif Xelef Sîdo Şemo Cindo li sînorê parêzgeha Neynewa 2686 deng bi dest xistin û li pêşiya namzedên din e.

Herwiha ji bo kursiya kota ya pêkhateya Şebek, We'd Mehmûd Qedo li parêzgeha Neynewa 15617 deng bi dest xistin, ku heşt namzedan ji bo vê kursiyê rikeberî dikirin.