Pîra Mexbê 80 sal in li şemrexê hemşîrî kiriye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Mexbûle Çavli, bi navê xwe yê tê zanîn Pîra Mexbê 100 salî ye û li Şemrexa Mêrdînê, teqrîben 80 sal in hemşîrî dike. Pîra Mexbê li gel ku jinên ducanî welidandine, ji bo gelek nexweşînan jî dermanên sirûştî çê dike û li Şemrex û gundên derdor ji 80 salî heta 1 salî jiyan welidîne destên wê.

Pîra Mexbê, Mexbûle Çavli an jî Mexbêya Tirk, li gel ku tu perwerdeyeke zanistî nedîtîye, bi şiyanên xwe dora di 80 salan de, bi hezaran zarok welidandine ku gelek ji wan jî êdî temenê xwe temam kirine.

Bavê Pîra Mexbê di serdema şerê yekem yê Cîhanî de, wek leşkerekî Tirk tê Bakurê Kurdistanê û piştî 5 salan wek leşker dimîne, birîndar dibe. Ji ber ku berberiya bavê Mexbûle Çavli baş e, li nexweşxaneya Mêrdînê ku tedawî dibe û baş dibe, berberî dike. Lê baş berberiya bavê Pîra Mexbê bala axayekî Kurd dikşîne û wî distîne gel xwe.

Mexbûle Çavli got: “Bavê min pir-hindik çiqas li seferê mabe, wî digot 5 salan maye. Got doktor, min tedawî kir û birîna min baş kir. Ji gurçika milê xwe birîndar buye. Piştî birîna wî rihet buye, digot Axa hat û min ji doktor sitend. Digot me berê jî li ser şêwrê kiribû, got doktor gotiye, axê dixwaze te bigre gel xwe nabe ku em bibêjin nabe û divê biçî gel wî. Digot ez hindek nerihet bûm lê ez hatim gel Axa. Piştî ku tê dayîka min berê mêr kiriye û qîzeke wê jî hebûye, dixwaze û li ser bavê min mer dike. Em 4 qîz û kur jê zêde dibin.”

Ji ber bavê Mexbê leşkerekî Tirkbûye, jê re Mexbêya Tirk jî tê gotin.

Pîra Mexbê hêj ku 12 salî buye, zewuciye û teqrîben di 20 saliya xwe de, çewa  bi awayekî tesadufî dest bi ebetî ango hemşîrî dike jî wiha behs dike.

Mexbûle Çavli dibêje: “Jineke ji Pîranê bû, li vê derê cîranê me bûn. Ketibû tevgeyayê kes tunebû. Wê demê ne doktor, ne jî ebe tunebûn. Pîrika wê bengî min kir û got ka were ketiya tengavê em çewa bikin? Ez çûm xwedê lawekî daye wê. Me lawikê welidand, li pêçekê pêça têr kir û danî. Piştre êdî ji aliyî bangî min kirin û ez bûm ebe.”

Pîra Mixbê bi dehan sal li her gund û gundikên li hewildoriya Şemrexê bi doktoran re digere û ebetî, ango hemşîrî dike. Li gel ku bi hezaran zarok welidandiye, ji bo gelek nexweşînan jî, dermanê sirûştî ango dermanên kurmancî jî çê kiriye û nesaxa sax kiriye. Hêj jî, bi taybet jinên ducanî, tên û li gel Pîra Mixbê kontrol û tedawiyên xwe dibin.