Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1154 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1154 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 421 kes li Hewlêrê, 232 kes li Silêmaniyê, 360 kes li Duhokê, 56 kes li Helebceyê, 15 kes li Germiyanê û 70 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 10 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Raperînê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1475 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 560 kes li Hewlêrê, 507 kes li Silêmaniyê, 322 kes li Duhokê, 33 kes li Helebceyê, 35 kes li Germiyanê û 18 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 352141
Mirin: 6176
Başbûn: 327960
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.