Li Herêma Kurdistanê 1076 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1076 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1076 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1076 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 295 kes li Hewlêrê, 360 kes li Silêmaniyê, 318 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 48 kes li Germiyanê  û 41 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 9 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 4 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1406 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 500 kes li Hewlêrê, 523 kes li Silêmaniyê, 304 kes li Duhokê, 35 kes li Helebceyê, 25 kes li Germiyanê û 19 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 354981

Mirin: 6237

Başbûn: 332046

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.