Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê kir

Balyozê Kanada amaje bi girîngiya berdewambûna pêwendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Cotmeha 2021ê, pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê Orlick Shannon kir ku bi boneya bidawîbûna erkê wî serdana Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel ku spasiya Balyozê Kanada ji bo kar û hewlên wê yên pêşxistina pêwendiyên Kanada ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kir, hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast.

Balyozê Kanada amaje bi girîngiya berdewambûna pêwendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê kir û daxwaza welatê xwe ya pêşvebirina wan pêwendiyan di hemû waran de dubare kir.

Rewşa giştî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de û piştevaniya Pêşmerge di rûbirûbûna metirsiyên teroristên DAIŞê, çend mijarên din ên guftûgoyên hevdîtinê bûn.