Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka li ser hilbijartinên Iraqê guftûgo kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller civiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî êvarê 25ê Cotmeha 2021ê, li gel Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û şanda li gel wî de civiya.

Di civînê de, hilbijartina Encûmena Nûneran a Iraqê û encamên wê, rewşa Iraqê bi giştî û pêşbîniyên ji bo paşeroja proseya siyasî hatin guftûgokirin.

Her du alî hevnêrîn bûn ku proseya dengdanê li rûyê teknîkî ve bi awayekî rêkûpêk û bêkêşe birêve çû, herwiha girîng e piştî pejirandina encaman hikûmeteke giştgîr li Iraqê pêk bê ku bersîvdana hêvî û bendewariyên welatiyan be.

Her di vî derbarî de bal kişandin li ser peyama Encûmena Asayîşa Navdewletî ku piştevaniyê li proseya dengdanê kir û bi hengaveke girîng da zanîn. Her wiha rola Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê di encamdana proseya dengdanê de û rola Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpa û Komkara Erebî û ew hemû aliyên piştevaniya vê proseyê kirin, bilind hate nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî ronahî xiste li ser yasaya hilbijartinê ku cara yekem e li Iraqê kar pê tê kirin û dupat kir Serokayetiya Herêma Kurdistanê kar ji bo wê dike li gel hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicive, ji bo ku yekrêziya aliyên Kurdistanî pêk bîne.

Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka, peywendiyên Hewlêr – Bexda, hewlên Iraqê yên ji bo asayîkirina peywendiyên li gel welatên hevdu û cîran û navçeyê, girîngiya hewlên ji bo çareserkirina kêşeyên helawestî yên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê û bicîhkirina destûr, rêkeftina Şingalê, peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, metirsî û gefên DAIŞ, rewşa Sûriye û pêşhatên Efxanîstanê, çend mijarên din ên civînê bûn.