CHP: Em ê ji bo tezkereya Iraq û Sûriyê dengê "na" bi kar bînin

CHP: Em ê li Parlamentoya Tirkiyê dengê “na” bidin tezkereya dirêjkirina dema mana leşkerên Tirkiyê li Sûriye û Iraqê.

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Koma Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel ragihand; ji bo tezkereya ku destûra operasyona serbazî ya li Iraq û Sûriyê heta du salên din were dirêjkirin, dê ji aliyê CHPê ve dengê "Na" were bikaranîn.

Li Parlamentoya Tirkiyê, ji bo ku du salên din jî operasyonên serbazî li Iraq û Sûriyê werin encamdan, dengdan li ser tezkereya derveyî sînor dê were kirin.

Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel ragihand ku CHP dê di vê dengdanê de dengê "Na" bi kar bîne.

Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî), Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û Partiya ÎYÎ beriya niha ragihandibûn ku ji bo dirêjkirina dema operasyonên serbazî bo du salên din, dê dengê "Erê" bi kar bînin û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî eşkere kiribû ku ew ê dengê "Na" bi kar bînin.

Helwesta Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî ji aliyê Ozgur Ozel ve hat ragihandin, ku ew ê dengê "Na" bi kar bînin.

Herwiha Parlamenterê Stenbolê yê Partiya DEVA Mustafa Yeneroglu jî eşkere kir ku Partiya DEVA dê ji bo tezkereyê dengê "Erê" bide.