Koçber li daristanên Polandayê di rewşeke xirap de asê mane

Bi hezaran koçber li daristanên Polandayê ji ber serma, birçîbûn û tengasiyê, di rewşeke xirap de asê mane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi hezaran koçber bi riya Belarusya bi qaçaxî gihîştine daristanên Polandayê û li wir ji ber serma, birçîbûn û tengasiyê, di rewşeke xirap de ne.

Di van mehên dawî de hejmareke zêde ya koçberên di Poldayê re derbasî Almanyayê bûne ku piraniya wan ji Belarusyayê hatine.

Rayedarên Almanyayê ragihandin, ji serê salê heta û niha, zêdetirî 6 hezar û 100 koçberên neyasayî bi riya Polonyayê re derbasî Almanya bûne.

Ji bo ku rê li ber pêla koçberan bigire, Berlînê vê di damên dawî de kontrola xwe ya li ser sînorê bi Polandayê re tundtir kiriye.

Ji aliyê xwe ve jî, Yekîtiya Ewropa dibîne ku Belarusya dixwaze bi riya derbaskirina penaberan tola cezayên Yekîtiya Ewropayê hilîne.

Wêneyên hin penaberên Sûrî yên gihîştine daristanên Polandayê:

Koçberên Sûrî li daristanên Polandayê
Koçberên Sûrî li daristanên Polandayê
Koçberên Sûrî li daristanên Polandayê
Koçberên Sûrî li daristanên Polandayê
Koçberên Sûrî li daristanên Polandayê
Koçberên Sûrî li daristanên Polandayê
Koçberên Sûrî li daristanên Polandayê
Koçberên Sûrî li daristanên Polandayê