Akademîsyenê Kurd ji ber peyama 'Kurdistanê' ji kar hat dûrxistin

Hifzullah Kutum ku li Zanîngeha Firat a Elezîzê akademîsyen e, ji ber peyama “Şoreşa Îlonê, wêneyê Mele Mistefa Barzanî û Ala Kurdistanê” ji kar hat dûrxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Hifzullah Kutum ku li Zanîngeha Firat a Elezîzê akademîsyen e û ji ber peyama “Şoreşa Îlonê, wêneyê Mele Mistefa Barzanî û Ala Kurdistanê” derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, ji kar hat dûrxistin.

Rektoriya Zanîngeha Firatê di daxuyaniyekê de ragihandiye, derbarê Hifzullah Kutum de bi tohmeta "propagandaya rêxistina terorê dike" lêpirsîn hat destpêkirin û ji kar hatiye dûrxistin.

Herwiha hat ragihandin ku derbarê Kutum de li meqamên dadgeriyê serlêdana sûcê hatiye kirin.

Hifzullah Kutum li ser twittera xwe bertek nîşan da û diyar kir ku ev biryar siyasî ye û ne hiqûqî ye. Kutum nameya betalkirina Rektoriyê parve kir û got, "Ne ji ber hesasiyetên hiqûqî, ji ber fikarên siyasî ez ji kar hatim avêtin."

Akademîsyenê Kurd, Hifzullah Kutum îro li ser twittera xwe di peyameke din de ragihandiye, piştî vê biryarê li ber odeya wî ya zanîngehê hejmareke kesên ne nas kom bûne û gef lê xwarine.

Hifzullah Kutum dibêje: “Li dibistanê kesên ku ez wan nas nakim hene û ew ne xwendekar in. Bi kêmanî ne xwendekarên ku ez nas dikim. Li ber deriyê min li bendê ne. Ez tiştekî tehdîdkar hîs dikim. Ger li ser min tehdîda şidetê hebe ez ê mafê xwe yê xweparastinê bi tevahî bikar bînim.”

Akademîsyen Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Elezîzê kar dike, roja 14ê Îlona 2021an li ser hesaba xwe ya torên civakî li gel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû.