PSK: Em tundiyê red dikin û daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kurd dikin

Rayedarên PSKê bertek nîşanî desteserkina Bayram Bozyel dan û gotin; ew hemû kar û xebatên xwe bi aşkere dikin, lê bi desteserkirinê tê xwestin ku wan çavtirsandî bikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di lêpirsîneke Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê de Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û 17 kes hatin binçavkirin. Rayedarên PSKê bertek nîşanî desteserkinan dan û gotin; ew hemû kar û xebatên xwe bi aşkere dikin lê bi desteserkirinê tê xwestin ku wan çavtirsandî bikin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê de hêzên asayîşê li Diyarbekir, Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê di ser 19 malan de girt. Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û hinek endam û rêveberên HDPê û DBPê û sendîkayan jî di nav de 18 kes hatin desteserkirin.

Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel di demjimêrên sibehê de ji mala xwe hat desteserkirin. Hat ragihandin ku polîsan dest daniye ser hinek pirtûkên Bozyel. Cîgirê Serokê PSKê û parêzerê Bozyel Hesen Dagtekîn got; ew nizanin Bozyel ji ber çi hatiye desteserkirin, şêweyê desteserkina Bozyel, ne hiqûqî ye.

Parêzer Hesen Dagtekîn ji K24ê re diyar kir: “Desteserkirina Bayram Bozyel û kesên din ne hiqûqî ye. Lê belê piştî hewla derbeya serbazî ya 2015an ya FETOyê yasa guherine.  Bi guhertina hin xalên yasayî vê yekê wekî şûr û mertal bi kar tînin û li serê welatiyan didin.”

Rayedarên PSKê dibêjin; partiya wan yasayî ye û Bayram Bozyel jî ji 30 salan zêdetir e ku bi aşkereyî kar û xebatên xwe yên siyasî dike. Li gorî nirxandina rayedarên PSKê, her kurdê ku daxwaza mafê xwe yên rewa dike tê terorîzekirin. Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek got; PSK partiyeke aşitîxwaz e û tund û tûjiyê red dike. Mesûd Tek dibêje; armanca şêweyê girtina Bozyel û kesên din çavtirsandina welatiyan e.

Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek ji K24ê re ragihand: “Ev 30 sal in ku Kekê Bayram kar û xebatên legal yên siyasî dike. Wî tiştekî veşartî nekiriye û partiya me jî ne partiyeke alîgirê tund û tûjiyê ye. Partiya me partiyeke legal e, demokrat û aşitîxwaz e. Desteserkirina Kekê Bayram di operasyona li dijî terorê de xebata şêlûkirina bîr û baweriya gel e û her wisa bi vê yekê bi aqlê me tinazan dikin.”

Li gorî nirxandina Mesûd Tek, dema ku desthilatdar di mijara abûrî, siyasî û civakî de dikeve tengiyê berê xwe dide kurdan û bi desteserkirin û binçavkirinan rojevê diguhere. 18 endam û rêveberên partî, sendîka û rêxistinan li Rêveberiya Ewlekariya Diyarbekirê ne û hevdîtina wan bi malbat û parêzaran re bo 24 demjimêran hatiye qedexekirin.