Li navçeyeke Konyayê erdhej çêbû

Li navçeya Meram a parêzgeha Konya ya Tirkiyê, bi hêza 5.1 pileya rîxterê erdhejek çêbû.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Meram a parêzgeha Konya ya Tirkiyê, bi hêza 5.1 pileya rîxterê erdhejek çêbû.

Rêveberiya Rewşên Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku îro 8ê Mijdara 2021ê di demjimêr 20:43an de li navçeya Meramê ya ser bi parêzgeha Konyayê, bi hêza 5.1 pileya rîxterê erdhejek qewimî

Li gor zanyariyên ku AFADê belav kirine, erdhej bi kûrahiya 10,61 kîlometre pêk hatiye û bandora wê li ser bajarên derdorê jî bûye.

AFADê herwiha diyar kir ku piştî erdhejê heta niha ti agahiyeke neyînî ji wan re nehatiye.