Encûmena Asayişa Navdewletî îro li ser pirsa koçberan dicive

Pirsa koçberan bûye sedema derketina nakokiyên di navbera welatên Ewropayê de.

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e li ser daxwaza Fransa, Estonia û Irelandayê, Encûmena Asayişa Navdewletî li ser pirsa koçberan li ser sînorê Polanda û Belarusê de bicive.

Li gor ajansa “Reuters”, civîna Encûmena Asayişa Navdewetî dê girtî be, ji ber ku tê xwastin ku ev pirsa siyasî bêdeng were çareserkirin, piştî ku Polanda Belarus bi “terorê” tometbar kir.

Diyar kir jî, Neteweyên Yekgirtî daxwaz kiriye ev qeyran bilez were çareserkirin, ji ber ku êş û azara koçberan li ser sînoran berdewam e, li gel wê jî pirsa koçberan bûye sedema derketina nakokiyên di navbera welatên Ewropayê de.

Serokwezîrê Polandayê Mateusz Morawiecki duhî Belarus bi pêkanîna "terora dewletê" di krîza koçberan de tomatbar kir û got, ew "tolhildanek bêdeng" ji aliyê serokê Belarusî Alexander Lukashenko ve ye, ji ber Polanda piştevaniya opozîsyona Belarusê dike.

Li gorî agahiyan, rewşa li ser sînorê Belarus û Polandayê her ku diçe xirabtir dibe ku zêdetirî 1500 koçber hîn li ser sînorê Polanda û Belarus asê mane û ji aliyê hêzên ewlekariya Belarusî ve rastî kiryarên tirsandinê tên.