Hifzullah Kutum: Ji ber piştgiriya ji bo Kurdistanê kêfxweş bûm

Akademisyenê Kurd Hifzullah Kutum, piştî ku serbest hat berdan, pêvajoya ku ji karê xwe hatiye dûrxistin û pêvajoya ku hatibû desteserkirin û azadkirin ji Kurdistan24ê re nirxand.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Akademisyenê Kurd Hifzullah Kutum, piştî ku serbest hat berdan, pêvajoya ku ji karê xwe hatiye dûrxistin û pêvajoya ku hatibû desteserkirin û azadkirin ji Kurdistan24ê re nirxand. Kutum da zanîn ku pêvajoya ku pêk hatiye, bîreweriya wî ya neteweyî bihêztir kiriye û dê ji niha û pê da jî, hewlên xwe bide ku xizmeta nirxên gel û welatê xwe bike.

Hifzullah Kutum li Zanîngeha Firatê ku li bajarê Elezîzê ye, akademisyen bû, lê ji ber parvekirinên xwe yên li ser Şoreşa Îlonê, Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û derbasbûna Pêşmerge bo Kobaniyê, ewil ji aliyê zanîngeha xwe ve hat armanckirin û ji kar hat derxistin, piştre jî hatibû desteserkirin û girtin. Biryara girtina Kutum, ji aliyê raya giştî ve bi nerazîbûn hatibû pêşwazîkirin û bertekên tund hatibûn nişandan. Piştî wan bertekan Hifzullah Kutum serbest hatibû berdan.

Kutum ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew bi piştgiriya ku hatiye nîşandan şanaz bûye û ji serbest berdana xwe zêdetir, bi helwesta civakî ku li nirxên Kurd û Kurdistanê xwedî derketinê  kêfxweş bûye. Kutum ragihand ku dê hewl bide Kurdiya xwe baştir bike û ji gel û welatê xwe re xizmetê bike.

Hifzullah Kutum diyar kir: “Dema dixwazin, Ala Kurdistan jî, peyva Kurdistan jî wek tawan nabînin, dema dixwazin jî wek tawan dibînin. Ev dubendî, ji aqliyeta ne demokratîk a dewleta Tirkiyeyê pêk tê. Ez tenê li nirx û pîroziyên xwe û welatê xwe xwedî derketim, mebesta min li dijî kes yan jî aliyan dijayetî jî nebû. Parvekirina Ala Kurdistanê jî, pîrozkirina rojên pîroz yên gel û welatê xwe jî mafên min yên rewa ne û ez ê her bi wê helwestê jî berdewam bim.”

Kutum anî ziman ku hênceta desteserkirin û girtina wî, wek ku propganda rêxistinên terorî kiriye hatiye nîşandan, lê li dadgehê piştrast bûye ku wî tu tiştekî ne rewa nekiriye.

Hifzullah Kutum, da zanîn ku ew hîç çaverê nebûye ku dê helwesteke wî ya rewa, ew qas piştgiriyan bibîne û bibe sedem ku Kurd li pîroziyên xwe vegerin. Lê ji vê rewşê jî kêfxweş bûye.

Kutum ragihand: “Di serdema ku desteserkîrî bûm û girtî bûm jî helwesteke nerênî li hember min çênebû û ji min pirsîn ku ka gelo ew hesabê medya civakî yê min e yan jî na. Min jî got ku hesab yê min e û ew parvekirin jî min kiriye. Bi rastî min nizanibû ku dê ev helwesta min, di nav civakê de ew qas karvedanan peyda bike. Diyar dibe ku gelê me, di helwesta min de, hêstên xwe dîtine û piştgiriyeke xurt dan min û ev jî ciyê kêfxweşiyê bû. Ji niha û pê de, êdî pirsa min ev e: gelo ez çawa dikarim, zêdetir kar û xebat ji bo gel û welatê xwe bikim.”

Hifzullah Kutum di 5ê Mijdarê de ji kar hatibû dûrxistin û desteserkirin, di 6ê Mijdarê de jî biryara grtina wî hatibû dayîn. Piştî bertek û nerazîbûnan di 10ê Mijdarê serbest hatibû berdan.