Di 6 mehan de zêdetirî hezar koçberên Kurd ji koçkirinê poşman bûne û vegeriyane

Rêvebera Koç û Koçberiyê ya Hewlêrê Sirwe Resûl li ser rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê ragihand ku niha nêzîkî milyonek aware û penaber li Herêma Kurdistanê hene.
Rêvebera Koç û Koçberiyê ya Hewlêrê Sirwe Resûl
Rêvebera Koç û Koçberiyê ya Hewlêrê Sirwe Resûl

Hewlêr (K24) – Rêvebera Koç û Koçberiyê ya Hewlêrê Sirwe Resûl li ser rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê ragihand; ji bilî 700 hezar aware, zêdetirî 250 hezar penaber jî li Herêma Kurdistanê hene, ku her du bi hev re hejmara wan nêzîkî milyonek kes e û zêdetirî 7 sal in li Herêma Kurdistanê ji wan re cih hatine vekirin. Li ser koçkirina xortan bo derveyî welat jî ragihand; gelek kes salên borî jî koç kiribûn û vegeriyabûn Kurdistanê.

Sirwe Resûl ji K24ê re diyar kir: “Piştî têkçûna rewşa Sûriyê û êrîşên DAIŞê yên li Iraq û Sûriyê di sala 2014an de Herêma Kurdistanê sînorên xwe ji aware û koçberan re vekiriye, wê demê 2 milyon kesan berê xwe dan Herêma Kurdistanê, her çiqas rew gelek dijwar bû, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetguzarî pêşkêşî wan kirin.”

Resûl destnîşan kir: “Milyonek aware û penaberên ku heta niha li Herêmê mane, ji ber wê yekê bûye ku rewşa deverên wan guncaw nîne ji bo vegerê û aliyên pêwendîdar ti tiştek ji bo wan destnîşan nekirine ji bo zemînsazî û garantîkirina rewşa deverên wan, da ku vegerin cih û warên xwe.”

Li ser koçkirina xortan bo derveyî welat jî, Sirwe Resûl eşkere kir ku civînek li Wezareta Navxwe li ser vê mijarê hatiye encamdan û niha jî ligel aliyên pêwendîdar ên navxwe û navdewletî ji bo dîtina rêyeke çareseriyê di pêwendiyê de ne.

Sirwe Resûl diyar kir: “Rast e koçkirin heye, lê belê veger jî heye, li gor amarên li ber destê me, tenê di nava 6 mehên borî de zêdetirî hezar welatî û malbatên Kurd ku berê xwe dabûn derveyî welat, vegeriyane Herêma Kurdistanê, ku piraniya wan bi dilê xwe çûbûn, çimkî weke ku ew dibêjin, sîstema wan welatên ku xwe spartine, weke pêşbîniya wan nebûye, loma ew jî vegeriyane.”