Mesrûr Barzanî: Piştevaniyê li her guftûgoyeke aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêkan dikin

Piştevaniyê li her cure guftûgoyeke aştiyane dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan li herêmê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê li Duhokê ragihand, pêwîst e di vê korbendê de, tekezî li ser xalên girîng ên bandora wan li ser herêmê bi giştî heye bikin ku ji bilî keşûhawaya siyasî, guhartin di keşûhawaya xwezayî jî çêbûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Bêguman welatê me û herêm bi giştî di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Pêwîst e di vê korbendê de bi pêşkêşkirina nêrîn û gotaran, tekezî li ser xalên girîng ên bandora wan li ser herêmê bi giştî heye bikin ku ji bilî keşûhawaya siyasî, guhartin di keşûhawaya xwezayî jî çêbûye ku dikare bandorê li pêwendiyên welatên herêmê bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Pirsgirêka avê wek mînak, yek ji pirsgirêkan e ku dikare bandorê li ser pêwendiyên welatên herêmê bike.”

Destnîşan kir jî: “Niha em di qonaxa piştî hilbijartinên Parlametoya Iraqê re derbas dibin, hêvîdar im em bikarin vê qonaxê jî derbas bikin û Iraqê bibin kenara aştiyê. Em piştevaniyê li her cure guftûgoyeke aştiyane dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan li herêmê”

Got jî: “Em dibînin ku guhartin li ser asta navçeyê hene, ji dirustbûna hevpeymanan û destpêkirina guftûgoyan di navbera welatan din ku ev jî diyardeyek e piştevaniyê li hemû cure guftûgoyên aştiyane dikin, da ku bigihîjin çareseriyeke guncaw di herêma me de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Duhok bajarekî xweş e, bajarê pêkvejiyana ol û neteweyên cuda ye, eger dema we hebû, bi min xweş e hûn serdana bajêr bikin û bajêr bibînin.”

Li dawiyê jî Mesrûr Barzanî tekez kir, “Hêvîdar im encamên gufûgo û danûstandina nerînên we yên di Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn de li ber çav bên girtin û bibin bernameyên kar û kar li ser bê kirin.”