Rayedarê Polandî: Bi rêya daristanên Belarusê neyên welatê me

"Kesên têne Polandayê divê bi rêya vîze û balafirgehê werin, ne ji daristanên Belarusê."

Hewlêr (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Polandayê Lukasz Jasina ragihand; Belarus koçberan li dijî Polandayê bi kar tîne, kesên diçin Polandayê divê bi rêya vîze û balafirgehê biçin, ne ji daristanên Belarusê.

Lukasz Jasina ji K24ê re li ser koçberên ku li aliyê Belarusê ne, diyar kir: “Divê Mînsk hevkariya me bike, da ku em alîkariyên mirovî bigihînin, Polanda dixwaze alîkariya koçberên li hêla Belarusê bike.”

Jasina destnîşan kir: “Em ji koçberan re dibêjin ku tika ye bi rêya daristanên Belarusê neyên Polandayê.”

Bûye demek bi sedan koçber li deverên sînorî yên navbera Belarus û Polandayê asê mane, Polanda û Yekîtiya Ewropayê red dikin ku wan koçberan weke penaber werbigrin.