Li Bulgaristanê di şewata otobusekê de 45 kesan canê xwe ji dest dan

Otobus a Makedonyaya Bakur bû û 52 rêwî tê de bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Sofya paytexta Bulgaristanê, di encama şewata otobuseke rêwiyan a Makedonyaya Bakur de, 45 kesan canê xwe ji dest dan.

Medyaya Bulgaristanê ragihand, bûyera şewata otobusê demjimêr 3ê berbangê li ser riya bejahî ya bajarê Blagoevgrad – Sofya rû daye. Diyar kir jî, 52 rêwî tê de bûn û ber bi Stenbolê ve diçû.

Destnîşan kirin jî, di encama şewatê de, 45 kesan canê xwe ji dest dan, di nava wan de 12 zarok hene. Herwiha 7 kesên din jî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

Berpirsê di Wezareta Navxwe ya Bulgaristanê de Nikolai Nikolov piştrast kir, di şewatê de herî kêm 45 kesan canê xwe ji dest dan. Birîndar jî ji bo nexweşxaneya Hawarhatinê ya Sofyayê hatin veguhastin.