Chelsea li Juventus giran kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Chelsea bi encameke giran ji Juventus bir û cihê xwe ji qonaxa (16) a Champions League misoger kir.
Di gera 5emîn a Koma H a Champions League de, şeva borî Chelsea li stadiuma Stamford Bridge mêvandariya Juventus kir û bi encama (4 - 0) bi ser ket.
Golên Chelsea di xulekên (25, 56, 58 û 90) de bi riya Trevoh Chalubah, Reyes James, Callum Hudson-Odoi û Timo Werner hatin tomarkirin.
Bi vê serkeftinê Chelsea bi 12 puanan cihê xwe di pêşengiya koma H de girt ku bi cudahiya golan kete pêşiya Juventus.
Encamên lîstikên din ên gera 5emîn a Champions League wiha bûn:
Koma E
Dynamo Kiev (1 - 2) Bayern Munich
Barcelona (0 - 0) Benfica
Koma F
Villarreal (0 - 2) Manchester United
Young Boys (3 - 3) Atalanta
Koma G
Lille (1 - 0) Salzburg
Seville (2 - 0) Wolfsburg
Koma H
Malmo (1 - 1) Zenit