Li Bakurê Kurdistanê ji ber qeyrana aborî welatî bertek nîşan didin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qeyrana aborî kûr dibe.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qeyrana aborî kûr dibe û ji her alîyî ve civak jê bandoran dibîne. Mûçeyên welatiyan li hember enflasyon û berbûyîna dovîz, zêr û kelûpelan her roj dihele û nerazîbûn û bertek jî her diçe zêde dibin. Hin welatî balê dikşînin ku sedemên qeyranan, nebûna dadwerî, demokrasiyê û serdestiya hiqûqê ye.

Welatiyên li Diyarbekirê bandorên qeyrana aborî û bilindbûna dovîz ji Kurdistan24ê re nirxandin. Welatî tînin ziman ku ew nikarin ji bo pêşêroja xwe pêşbîniyan bikin û her roj hêjarî zêdetir dibe. Welatî balê dikşînin ku bawerî ji piyaseyê nema ye û her kes ketiye nav xema debara xwe ya rojane.

Bunyamîn Gorken teknîkerê dermanxaneyê ye û tîne ziman ku ji ber wî gendeliyekî derxistiyê holê ji karê xwe hatiye derxistin. Gorken anî ziman ku ger li welatekî qedra welatiyan neyê girtin, wekhevî û aşitiya civakan neyê pêkanîn, pêkhatina qeyranan jî misoger e.

Gorken ji K24ê re diyar kir: “Eger ku dewlet berpisyariyên xwe bi cih bîne, sedemên qeyranan jî peyda nabin. Li Tirkiyeyê qedra dewletê tê girtin, lê qedra welatiyan nayê girtin. Dewlet çiqas girîng be, welatî jî ew qas girîng in. Ger ku pîvanên dadweriyê ji holê bên rakirin, li wî welatî fiyet jî zêde dibin, dovîz jî berz dibin û hemû qeyran jî kûr dibin. Divê girîngî bi daxwazên welatiyan bê nîşandan û li ser bingeheke dadwerane wekheviya civakê bê sazûman kirin. Yan jî qeyran xilas nabin.”

Welatî balê dikşînin ku dahatên wan li hember bihabûnê dihelin û metirsiya ku pêwistiyên xwe nikarin peyda bikin jî dijîn.

Turan Edîz dergevan e, Behçet Tantekîn mamoste bûye û teqawit bûye, Elîf Erdem jî xwendekar e. Balê dikşînin ku bi bilindbûna dovîz re, nikarin debara xwe bikin û pêşbîniya siberoja xwe bikin.

Turan Edîz dibêje: “Ez li siteyekî dergavanî dikim. Beriya 2 salan miaşê me 380 dolar dikir, jixwe 100 dolar kêm bûbû û niha jî 20 dolar kêm bû. Welahî em nerazî ne, nan bûye 4 lîre û em nikarin nan jÎ bikirin. Hema her tişt biha buye û em jî nizanin dê çewa bibe. Yanî îro û sibê em nizanin dê çewa bibe.”

Behçet Tantekîn destnîşan dike: “Gelê me xizan dibe. Her ku dovîz û fiyet berz û zêde dibe, dahata me, mûçeyên me û keda me jî bê qîmet dibe û bêtir dadikevin asta xizaniyê. Li Tirkiyeyê roj bi roj mirov nizane ku ji xwe re rêyeke çewa diyar bike.”

Herwiha Elîf Erdem jî dibêje: “Ez şagirta konservatuarê me.  Ez bûrs distînim û beriya ku meh xilas bibe di bêrika min de pere namîne. Her carê ku dovîz zêde dibe, pereyê Tirk, bê qîmet dibe. Çend roj berê tiştekî dikirî, diçî ku fiyetên wê zêdebûne. Ev rewş jî me gelek tengav dike. Malbatên me nikarin, mesrefên me bidin.”

Li Tirkiyê bilindbûna dovîz û dolar û bihabûna kelûpelan, mijara serekî ya siyasetê ye jî. Partiyên opozisyonê yên li parlamentoyê banga hilbijartinên pêşwext dikin û di 24’ê Mijdarê de jî bi awayekî awarte civînekî li dar xistin. Partiyên deshilatê jî zêdebûna qeyranan wek êrîşeke ji derve ku ji aliyê dijminên Tirkiyeyê ve tê kirin bilêv dikin û tînin ziman ku aboriya Tirkiyeyê bihêz dibe.