Siyasetmedar Hemîdê Simaîl Axa hat bibîranîn û weqfek bi navê wî hat damezrandin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Siyasetmedar û zimanasê kurd Hemîdê Simaîl Axa di yekemîn salvegera wefata xwe de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat bibîranîn. Malbat û hevrêyên Hemîdê Simaîl Axa gotin ku, wî temenê xwe di riya çand, ziman û azadiya welêt de derbas kir. Malbatê Vekirina Weqfa Smaîl Axa jî ragihand û dan zanîn ku, dê ev weqif piştgiriya xebatên pêşvebirina çand û zimanê kurdî bike.

Peyvdarê Partiya Demokrata Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur), siyasetmedar û zimanasê kurd Hemîdê Simaîl Axa ango Hamît Kiliçaslan di yekemîn salvegera wefata wî de li navçeya Qoser a Mêrdînê bi rêwrismekê ji aliyê malbat, partî û hezkiriyên wî ve hat bibîranîn. Di çalakiya bibîranînê de malbat, hevrê û dostên wî behsa têkoşîna wî kirin û gotin ku; ew evîndarê neteweya kurd û axa Kurdistanê bû û girîngî dida ax û ziman û çanda xwe.

Lêkolîner û nivîskar Fuat Onen ji K24ê re got: “Birayê me Hemîd temamê jiyanê xwe bi kurdî derbas kir. Belkî ji me hemiyan zêdekir bi kurdî ve pabend bû. Aîdiyeta Hemîd ya axê, ya çandê û ya ziman gelek xurt bû. Dema ku em windakiriyên xwe bibîrtînin divê li gor nirxê wan em wan bibîrbînin. Nirxê Hemîd çi ne? Ziman e, çand e, ax e, desthilat e û Ala Rengîn e.”

Endama PDK-Bakur Zelal Dînler: “Hemîdê Simaîl Axa li ser çanda kurdî, li ser Kurdistanê gelek xebat kirine, gelek zehmetî kişandine. Kesekî neteweperwer bû, welatperwer bû. Ji bo pêşveçûna zimanê kurdî gelek xebat kirine. Din ava siyaseta kurdistanê de jî kesekî çalak bû.”

Endamê PDK-Bakur Sînan Salman: “Evîndarê welatê xwe bû (Hemîdê Simaîl Axa) û Mam Hemîd jiyana xwe hemî wekî pêşmergeyekê derbas kir. Mam Hemîd di xebata xwe de, di çanda xwe de, di têkoşîna xwe de tiştek nîşanî me kir; bêhêvîtî ji kurdan re heram e.”

Di merasîmê de mewlûda kurdî hat xwendin û ji bo rihê Hemîdê Simaîl Axa û welatperwerên koç kirî dua hatin kirin. Her dîsa damezrandina Weqfa Hemîdê Simaîl Axa ya li Swêdê hat ragihandin û hat gotin ku dê li Bakur jî şaxên weqfê werin vekirin. Malbata wî got, ew dixwazin bi vê weqfê xizmetên Hemîdê Simaîl Axa berdewam bikin û piştgiriya xebatên ziman û çand û hunera kurdî bikin. Hêvîya malbatê ew e ku weqf li ser riya Ehmedê Xanî, Celadet Alî Bedirxan, Melayê Cizîrî û xemxurên çand û zimanê kurdî xebatan bike.

Keça Hemîdê Simaîl Axa, Mizgîn Kiliçaslan: “Peyvên min têrê nake ku behsa bavê xwe bikim. Hevrêyên wî jî gotin; bi hevalê xwe re heval, bi siyasetmedaran re siyasetmedar, bi gundiyan re gundî bû. Me bi têra xwe ew nedît, ji ber ku jiyana xwe di nava siyasetê de derbas kir. Ji bo ku em xebata bavê min li ser lingan bihêlin, ji bo ku em zimanê kurdî winda nekin me ev weqf damezrand. Niha zarokên me kurdî ji bîr dikin, zêdetir bi tirkî diaxivin. Ji bo ku em kurdî biparêzin em ev weqf vekir.”

Parêzer û xebatkarê Weqfa Xemîdê Simaîl Axa Qadîr Kutevî: “Me li Stokholmê ji beriya mehekê Qeqfa Hemîdê Simaîl Axa saz kir. Nivîskarên kurd ên ku ji ber abûriyê nikarin xebatên xwe bikin, nikarin binivîsin û yên ku xebatên çand û zimanê kurdî dikin em ê ji bo wan çavkaniyeke abûrî peyda bikin. Da ku bi kurdî binivîsin û kurdî têk nece.”

Hemîdê Simaîl Axa jî yek ji zana û rewşenbîrên kurd bû. Li welêt û derveyê welêt ji bo pêşvebirina çand û zimanê kurdî têkoşiya û pêşengiya xebatan dikir. Ji bo bidestxistina mafên rewa yê miletê kurd di nav xebatên siyasî de cih girt. Piştî derbeya 1980an derbasî Rojava bû. Di sala 1983an de li Swêdê bicih bû. Di sala 1969an de di nava xebatên Partiya Demokrata Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) de cih girt. Herî dawî peyvdariya PDK-Bakur dikir. Hemîdê Simaîl Axa di 27ê Mijdara 2020an de ji ber nexweşiya Covîd-19ê di 72 saliya xwe de canê xwe ji dest da û li gundê Dêrika Simaîl Axa hat definkirin.