Îsal 69 haletên Aidsê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin

Îsal zêdetir ji 318 hezar testên Aidsê li Herêma Kurdistanê hatine kirin

Hewlêr (K24) – Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, îsal 69 haletên pêketina bi vîrûsa “Aids” li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, îsal zêdetir ji 318 hezar testên Aids li Herêma Kurdistanê hatine kirin û 69 haletên pêketina bi wê vîrûsê hatine tomarkirin.

Dr. Saman Berzincî got: “Metirsiya wê vîrûsê ew e, kesek 10 – 15 salan wê vîrûsê hildigire, lê pê nahese û wek kesekî asayî dijî û dikare ji bo kesên din jî veguhêze.”

Roja 1ê Berçile, wek Roja Cîhanî ya Nexweşiya Aids hatiye diyarkirin. Di vê rojê de jî kampînên hişyarkirina xelkê ji Aids tên birêvebirin. Li Herêma Kurdistanê jî çendîn çalakî tên kirin.

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, tîmên tendirustiyê îro li nava bazara Hewlêrê û cihên geştiyariyê, testên Aidsê bêberamber ji welatiyan re dikin.